Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Bêdadmendîya Nijadî Gunehê Pêşî ya Civaka Amerîkî Ye


Serokê Amerîka yê berê Barack Obama piştî kuştina George Floyd cara pêşî derket pêş kamerayan.

Barack Obama ji ser înternetê axaftineke bi qasî 15 deqîqe kir.

Obama di serê axaftina xwe de George Floyd, Breonna Taylor û Ahmaud Arbery bi bîr anî û rêzdarîya xwe bo wan pêşkeş kir.

Wî bal kişand ku vîrusa korona li Amerîka 105,000 kes kuştine û da zanîn ku ew vîrus pirtir li kesên ne sipî bandorê dike.

Obama got ku ‘’bêdadwerîya nijadî, gunehê pêşî ya civaka Amerîkî ye’’ û dîyar kir ku divê ew bûyerên dawî rê li ber guherînan vekin.

Serokê Amerîka yê berê bang li ciwanan kir ku kesên xwedanhêz bêkêf bikin.

XS
SM
MD
LG