Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Gera Xwe ya Herêma Asya Pasîfîk Didomîne


Serokê Amerîka Barack Obama ji welatên Asya Pasîfîk re dubare kir ku jiber berjewendîyên pêdivîya netewî, wê peywendîya stratejîk ya Amerîka bi wê herêmê bi dûrdemî berdewam be.

Serok Obama di axaftina xwe de, li bajarê Vientiane ya Laos got, “li Amerîka nêrîneke belave heye ku herêma Asya Pasîfîk di sedsala were de hem ji Amerîjka, hem jî ji tevahîya cîhanê re hîng girîngtir be.”

Obama bal kişand ku danûstandinên bi herêma Asya Pasîfîk jibo xweşhalî û ewlehîya Amerîka pêdivî ye. Qesra Sipî bi girîngîdana wê herêmê herwiha dixwaze giranîya Çînê û bandora wê ya zêdebûyî hevseng bike.

Hêjayî gotinê ye ku Serok Obama dora 1,000 re peyîvî ku ji karbidestên hikûmetê, karsaz, xwendekar, rêberên civakî û berevankarên mafên jinan pêk dihatin.

XS
SM
MD
LG