Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Biden Kir ku Ez Seroktîyeke Çêtir Bikim


Serokê Amerîka yê berê Barack Obama di kongreya Partîya Demokrat de, ku bi awayekî onlayn li dar keve, axaftineke 15 deqîqeyî kir.

Obama di axaftina xwe de bang li Amerîkîyan kir ku dengên xwe bidin.

‘’Nehêlin ku hêza we ji dest we bigirin. Nehêlin ku demokrasîya we ji dest we bigirin.’’ Obama got.

Wî ji Amerîkîyan xwest ku ji niha ve dest bi plana ser dengddanê bikin.

Serokê berê, di axaftina xwe de Serok Donald Trump rexne kir. Obama dîyar kir ku Trump qet guh nedaye karan û li welêt zemîneke hevbeş çênekiriye.

Obama da zanîn ku encamên helwesta Trump giran in û bal kişand ku jiber vîrusa korona bi qasî 170,000 Amerîkîyan jîyanên xwe ji dest dane.

Wî da zanîn rûmeta Amerîka ya li seranserê cîhanê kêm bûye û got ku li ser sazîyên wan yên demokratîk gefên mezin çêbûne.

Barack Obama, ser Joe Biden, ku cîgirîya wî kiribû, got ku wî kiriye ku ew seroktîyeke çêtir bike.

Wî da zanîn ku Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris dikarin welêt xurttir, çêtir û adiltir bikin.

Dema Obama diaxifî, Trump jî ji Twitterê dîyar kir ku Obama hewil daye ku di kempeyna wî ya hilbijartinê de sîxurîyê bike, lê hatiye girtin.

Wî di twîteke din de jî bi pirsan ji Obama re got ku wî çima ne berê, lê piştî ku Joe Biden berbijarîya xwe ragihandîye piştgirî daye wî.

XS
SM
MD
LG