Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Emê Hewlên Dijî DAIŞê Xurtir Bikin


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, tevî ku hewlên bi pêşengîya Amerîka pêşketinên girîng li hember DAIŞ dest xistine, hîn şer di asteke dijwar de ye.

Serok Obama dide zanîn ku wî ferman daye tîma xwe ya ewlekarîyê ku hewlên xwe yên dijî DAIŞê xurtir bike.

Obama bi berdewamî got, rewşa li Sûrîye û Îraqê yek jî rewşên herî tevlihev e ku cîhanê di demên dawî de dîtîye.

Wî bal kişand ku DAIŞ, navendên bajaran jî nav de, li gelek cîhan asê maye û mirovên sîvîl wek mertalên zindî bi kar tine.

Obama dîyar kir ku şerê li Sûrîyê şerekî wekaletê yê navbera hêzên herêmî ye û hevrikîyên kûr yên bawerîyan nîşan dide.

Obama li ser plana hevbeş ya sekinandina neyartîyan de jî got ku Amerka wê hemî tiştên pêdivî bike ku ew rêkeftin serkeftî be.

XS
SM
MD
LG