Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama li Berlînê ligel Rêbrên Ewrupî Kom Dibe


Obama EU
Obama EU

Serokê Amerîka Barack Obama îro Înê ligel rêberên welatên hêzdar yên Ewrupî pirsgirêkên ewlehî û aborî ya navbera Amrîka û Ewrupa gotubêj kir.

Di rûniştina taybet de Serok Obama ligel rêberên Almanî, Brîtanî, Fransî, Îtalî û Îspanî kom bû û bi berfirehî peywendîyên dualî hatin gotubêj kirin.

Obama peyama xwe raberî rêberên Ewrupî kir ku yekgirtîbûna Ewrupa û hevkarîya ligel wê girîng e û Welatên Yekbûyî wê bi berdewamî peywendyên baş ligel wê parzemînê bidomîne.

Obama bang li serokê hilbijartî Donald Trump kir ku hember Rûsya derkeve û wî geşbînîya xwe dîyar kir ku Trump jî wek wî helwesteke avaker li hamber Rûsya nîşan bide û di warên hevnirx de hevkarê bi wî welatî bike.

Hêjayî balkişandinê ye ku ev seredana Obama ya 6an e ku ji Almanya re dike, jiber ku ew welat yek jî hevkarîn herî xurt ya bazirganî û aborî ya Amerîka ye.

Di vê serdanê de Obama hewil da ku mesaja Washingtonê ya hevkarî û hevgirtina berdewam ya ligel Ewrupa bide bîragiştî, piştî ku Trump di dema kempeyna xwe de peyamên berevajî dabûn.

XS
SM
MD
LG