Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Çarşemê Hurgilîyên Operasyoneke Dijî DAÎŞ Eşkere Dike


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, ewê di demeke nêzîk de plana xwe ya dijî gefa DAÎŞ eşkere bike.

Serok Obama di hevpeyvîneke programa Meet the Press ya NBC de got, di nav vê hefteyê de ewê gotareke li ser vê mijarê pêşkêş bike.

Serok got, ewê ji gelê Amerîka re rave bike ku çima operasyoneke dijî DAÎŞ pêdivî ye ku deverên berfireh li Îraq û Sûrîyê xistiye bin kontrola xwe.

Birêz Obama bi zelalî dîyar kir ku Amerîka wê bi têna xwe operasyonekê neke, lê wek pişkeke koalîsyoneke navnetewî kiryarên xwe bike.

Serok Obama bîr anî ku ew bi êrîşên esmanî piştgirî didin hêzên Îraqî û yên Kurd ku li sererdê dijî DAÎŞ şer dikin.

Li ber e Obama roja Sêşemê ligel rêberên Kongresê hevdîtinan bike û mijara operasyoneke dijî DAÎŞ gotûbêj bike û roja Çarşemê jî bi gotarekê derkeve pêş gelê Amerîkî.

XS
SM
MD
LG