Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Rêberên Kendavî Derheqa Rewşa Rojhilata Navîn Civîn


Serokê Amerîka Barack Obama û rêberên welatên Kendavê îro pêncşemê li Riyadê dicivin ku rêkên hevkarîyê li Rohilata Navîn xurtir bikin û çareserî ji kêşeyên heyî re bibînin.

Obama û şeş endamên Civata Hevkarî ya Kendavê (GCC) taybetî li ser rewşa sîyasî û şerê li Sûrîye, Yemen, Îraq û Lîbya gotûbêj dikin.

Wan herwiha rêkên gurkirina şerê dijî DAIŞ'ê û El Qaydê jî nîqaş kir û bal kişand ser kiryarên Îranê ku îstiqrara herêmê zira dike.

Girjî û reqbûna navbera Washington û hevelbendên wê yên Ereb di demên dawî de, jiber çend xalên girîng yên li ser herêmê bilind bûye.

Amerîka giranî dide ser çareserîyên sîyasî û reformên demokratîk û hewil dide xwe ji alozîyên mezhebî yên taybetî li Sûrîyê û Yemenê dûr bixe. Welatên Kendavê jî ji Washingtonê dixwazin ku li hember Îranê û firehbûna Şîayan pirtir dengê xwe bilind bike.

XS
SM
MD
LG