Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Jiber Rewşa Kobanê di Xemgînîyeke Mezin de me


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, ew jiber rewşa bajarê Kobanê di xemgînîyeke mezin de ye ku şervanên YPG berxwe didin ku nehêlin bajêr tekevê bin destê DAÎŞ.

Serok Obama do êvarê li Washingtonê bi nûnerên leşkerî yên 20 dewletên cîhanê kom bû ku şerê dijî DAÎŞ gotûbêj bike.

"Di vê qonaxê de dora welat destek didin koalîsyonê û 20 endamên vê koalîyonê niha li vê derê ne ku nav wan de Îraq, dewletên Ereb. Tirkîye û hevalbendên NATO û yên seranser cîhanê hene."

Pentagon jî ragihand ku êrîşên esmanî yên koalîsyonê li Kobamê didomin û DAÎŞ zîyanên mezin dîtine.

XS
SM
MD
LG