Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Amerîka Hember Gefên Koreya Bakur Gavên Pêdivî Davêje


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, Welatên Yekbûyî gavên pêdivî yên bergirî davêje ku rê li ber gefên asta nizim yên Koreya Bakur bigire.

Serok Obama di hevpeyvîneke taybet de ku di CBS de hat weşandin li ser kêşeya navokî peyîvî.

“Em hem hewil didin ku pirsgirêka kêşeya navokî li hindurê Koreya Bakur çareser bikin, hem jî mertalekê ava dikin ku bikare gefên asta nizim ji Koreya Bakur asteng bike," Obama îro got.

Obama got ku kêşeya Koreya Bakur ne pirsgirêke bi çereserîya hêsan e. "Em bêguman dikarin bi sîlahên xwe Koreya Bakur tune bikin. Lê, xencî canê sîvîlên bêguneh, em xema hevalbenda xwe ya stratejîk Koreya Başûr jî dixwin," Obama dîyar kir.

Ajansa Koreya Başûr Yonhap îro Sêşemê ragihandibû Pyongyang hazirîya avêtina muşekeke nû ya hêzdar dike ku dikare armancên Amerîkî li Pasîfîk bide.

Dû re berdevkekî wezareta berevanî ya Koreya Bakurî ragihand ku wan nekarîye raportên Yonhap piştrast bikira.

XS
SM
MD
LG