Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama di Warê Ewlehîya Navokî de Pêşveçûnên Girîng Dibîne


Obama û nûnerên koma 5+1

Serokê Amerîka Barack Obama îro Înê di Hilcivîna Ewlehîyê ya Navokî de axaftinek kir û tê de behsa rêkeftina ligel Îranê kir û ew wek mînakeke baş ya bênavokîbûnê bi nav kir.

Serok Obama pesna welatên cîhanê kir da ku di warê ewlehêya navokî de pêşveçûnên girîng bi dest xistine. Wî pêgirîya hevkarîya Amerîka ya ser kêmkirin çekên navokî û bi ewlehî parastina wan çekan da.

Obama di axaftina xwe ya pêş nûnerên 50 dewletên cîhanê ku di Hilcivîna Ewlehîyê ya Navokî de amade bûn, bal kişand hîn pêşketinên girîng.

Serok got, pirtir jî deh welatan embara uranyum û plantînyuma dewlemendkirî, ku di çêkirina bombeyên navokî de madeyên radyoaktîf yên pêdivî ne, ji holê rakirin.

"Me di ware kêşeya navokî de têgiheştineke nû û kiryareke nû derxist pêş. Ew mînaka hêja ye ku nîşan dide dewletek bi serê xwe nikare kêşeyên wiha girîng çareser bike. Divê koalîsyon û hevkarîya dewletên curbicur û kordînasyona seranser cîhanê ya berdewam hebe û tiştê baş ev e ku me gelek pêşveçûnên girîng li ser vê mijarê dest xistine.”

Obama di hilcvînê de herwiha bi dewletên P5+1, anku yên ku di rêkeftinan navokî ya ligel Îranê de cîh girtine, civîneke taybet pêk anî.

Wî got, bi rêkeftina navokî ya bi Îranê, koma P5+1 serkeftineke girîng dest xist û bi awayekî rastbîn li ser metirsîyên firehbûna çekên navokî xebatên xwe kirin.

Serok bal kişand ku bi tevahî cîhanîna şert û pêdivîyên vê rêkeftinê tenê bi berdewamîya hevkarî û pêgirîya heyî ya civata navnetewî pêkan e.

Hêjayî gotinê ye ku ev hilcivîn kombûna çarê û ya herî dawî ya Serok Obama ye.

Obama girîngî dide vê hilcivînê jiber ku xemên ser karanîna rêxistinên tundrê yên wek DAIŞê yên bombeyên navokî anku radyoaktîf zêde bûne û pêşvebirina Koreya Bakur ya programa wê ya navokî jî wek metirsîyeke mezin li pêş civata navnetewî sekinîye.

XS
SM
MD
LG