Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Bo Gelê Îranê Peyama Newroze Weşand


Serokê Amerîka Barack Obama peyameke Newrozê weşand ku tê de mesajan jibo gelê Îranê şand.

Obama got, ev cejn derfetek e jibo spaskirina hezkirîyan û nîşandana hêvîyên xwe bo sala nû.

Obama di mesaja îsal de bi firehî li ser rêkeftina navokî ya ligel Îranê sekînî û pesna gavên ku heta niha hatin avêtin, da.

Serok da zanîn ku bi vê rêkeftinê derfeta paşerojeke nû jibo gelê Îranê peyda bûye.

Peyama Newrozê ya Serok Obama
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:09 0:00

XS
SM
MD
LG