Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Biryara Vekişîna ji Peymana Navokî Rexne Dike


Barack Obama, ku di dema îmzakirina peymana navokî de serokê Amerîka, biryara Serok Donald Trump ya ser vekişîna ji peymana navokî rexne kir.

Obama da zanîn peyman bo berjewendîya Amerîka bû bernameya navokî ya Îranê bi şûnde birîye. Serokê berê yê Amerîka da zanîn ku hevalbendên Ewrupî, pisporên serbixwe û Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka jî heman tiştî difikirin.

Obama dîyar kir ku bi vekişîna ji peymanê, Amerîka ji fikrên hevalbendên xwe dûr ketîye û ew jî dike ku ewlekarîya Amerîka di metirsîyê keve.

Obama got ku peyman li gor biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) ye û wan bi rêka peymanê serkeftinên mezin bi dest xistine.

Obama da zanîn ku wan bi peymanê hewil daye ku hemî kêşeyên bi Îranê re çareser bikin û dîyar kir ku bê ku peyman hebe ewê têkoşîna bi kiryarên Îranê yên ku îstiqrarê xirab dikin, zortir bibe.

Barack Obama da zanîn ku bo ewlekarîyê, Amerîka divê li ser bingehên diplomasîyeke bi disîplîn tevbigere.

XS
SM
MD
LG