Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber E Obama û Putîn Rojên Pêş Ser Sûrîyê Bipeyîvin


Serokê Amerîka Barack Obama û Serokê Rûsî Vladimir Putin, li ber e, di rojên pêş de biaxifin, piştî ku Washingtonê rêkeftina “sekinandina neyartîyan” li Sûrîyê ragihandibû.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry do Yekşemê rêkeftina nû ragihandibû, lê jimareke êrîşên xwekujî li zîyaretgeheke Şîayan li dervayê Şamê û li Humsê herî kêm 179 kes kuştibûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku DAIŞê berpirsîya wan êrîşên li herêmên bin kontrola rejîma Esad rakir ser xwe.

Li gor SOHR, di peqîna zîyaretgeha Seyîda Zeyneb de 120 û di peqîna devera El-Zehra ya Humsê de herî kêm 59 kes hatin kuştin.

SOHR bal dikşîne ku êrîşa li cîhê pîroz ya Şîayan, êrîşa herî kujêr ya Adara 2011ê ye ku hîngê şerê navxweyî destpê kiribû.

XS
SM
MD
LG