Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Xemgîn E ku Nekarîye Dawî li Şerê Sûrî Bîne


Serokê Amerîka Barack Obama li xwe mikur hat ku wî nekarîye şerê navxweyî yê Sûrî bi dawî bîne û ew jî cîhê xemgînîya wî ye.

Obama di hevpeyvîneke de got ku di hêşt salên borî de mijara ku herî pir dijwarî daye wî şerê navxweyî yê Sûrî ye.

"Tim hîn tişt hene ku difikrim ku xwezî min baştir bikira. Lê, gelek mijar tune ku dema li dû xwe dinêrim, dibêjim xwexî min wiha nekira yan jî ew biryasr nedaya,” Obama got.

Obama dibe armanca rexneyên tund, bi sedema ku jibo qedandina şerê Sûrî bi karîgerî bizavan nekiriye ku rê daye Rûsya û Îranê ku hêzên xwe li Rojhilata Navîn mezintir bikin.

Hêjayî gotinê ye ku sîyaseta Obama ya derheqa Sûrîyê ew bû ku Rûsya bandora xwe ya ser Esad bi kar bîne û û şerê navxweyî biqedîne.

Lê, şandina hêzên bêjeyî û êrîşên esmanî yên Rûsî li hember serhilda û cîhadîyên tundrê bû alîkar ku balansa şerê Sûrî ber bi Esad ve bizivire.

XS
SM
MD
LG