Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Bi Germî Xêrhatina Serokwezîrê Kanadî Trudeau Dike


Serokê Amerîka Barack Obama îro Pêncşemê li Qesra Sipî xêrhatina Serokwezîrê Kanada yê nûhilbijartî Justin Trudeau kir.

Serok Obama got, civakên Amerîkî û Kanadî bi gelek tiştan bi hevdu re hatine girêdan û wek du hevalbendên nêzîk ew dijî terorîzmê li kelêka hev disekinin.

“Wek du hevalbendên NATOyê em li dijî terorîzmê û dîyarkirina çerenûsa netewan, wek li Ukrayna, li kelka hevdu disekinin.Wek rêberên Neteweyên Yekbûyî, em jibo aşitî û ewlehî û herwiha bo mafên mirovan ya hemî gelan xwedîyê heman nirxan in.”

Hêjayî gotinê ye, gelek kes serokwezîrê Kanadî wek Obamayê xort dibînin û Trudeau jî di dema kempeyna xwe li ser bingeha mesajên guherînxwazî û hêvî ava kiribû.

Partîya Liberal ya Trudeau di hilbijartinên meha Cotmehê de dawî li desthilata Partîya Konservatîf anîbû ku ji sala 2006an vir ve Kanada rêve dibir.

XS
SM
MD
LG