Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Rexneyên Giran li Trump Dike


Serokê Amerîka Barack Obama îro Sêşemê li Qesra Sipî got ku berbijarê Komarî, mîlyoner Donald Trump nê hêjayî seroktîya Amerîka ye û ew bi daxuyanîyên xwe yên berdewam wê nêrînê xurtir dike.

Obama ku bi fermî desteka xwe ji Hillary Clinton a Demorkat re ragihandibû, dîyar kir ku gotinên Trump yên hember Khizr Khan û hevjîna wî Ghazala bê rêz û req bûn, piştî ku wan di kongreya Demokratan de piştgirîya Clinton kiribû.

Obama nerazîbûna xwe li ser Trump anî ziman ku êrîş tîne ser malbatekê ku kurê xwe jibo Amerîka fêda kiriye.

Obama bi tundî Trump rexne kir ku ji kêşeyên girîng li Ewrupa, Rojhilata Navîn û Asya ne serwext e û ew jî nîşan dide ku Trump ji karê seroktîyê re ne amade ye.

XS
SM
MD
LG