Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama û Serokê Hilbijartî Trump Îro li Qesra Sipî Dicivin


Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump gavên pêşîn davêje ku posta seroktîyê wergire û bi vê armancê îro li Qesra Sipî ligel Serok Barack Obama kom dibe ku destguherîna rêvebirîyê gotûbêj bike.

Serok Obama jî got, ewê hemî tiştên pêdivî bikin ku destguherîna rêvebirîyê bê pirsgirêk temam be.

"Ne tiştekî veşartî ye ku navbera min û serokê hilbijartî cudabîrîyên kûr hene. Lê, dixwazim bînim bîra we ku hêşt sal berê, navbera min û Serok Bush jî cudabîrîyên girîng hebûn, lê ekîba wî bi awayekî profosyonel karê destguherînê meşand," Obama got.

Obama dîyar kir ku ew serketina Trump dixwaze, loma jî ferman daye tîma Qesra Sipî ku hatina Trump ji desthiltê bi awayê herî baş be.

Trump herwiha peywendî bi hevalbendên Amerîka re dike ku bi daxuyanîyên wî yên dema kempeyna hilbijartinê nerazî bûbûn. Trump di axaftinên xwe de garantî dide wan dewletan ku ewlehîya wan jibo wî xwedî girîngîyeke mezin e.

Hêjayî balkişandinê ye ku Trump di 20ê meha 1, Rêbendanê de, bi merasîmeke fermî ya girseyî seroktîya Amerîka wergire.

XS
SM
MD
LG