Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Em û Tirkîyê di Kêşeya Sûrîyê de Hevbîr in


Serok Barack Obama îro Li Qesra Spî ligel Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kom bû.

Serok Obama di civîna ragihandinê de got, Tirkîye di amadekirina konferansa Sûrîyê de wê roleke girîng bilîze.

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan jî dîyar kir ku kêşeya Sûrîyê di hevdîtinê de mijara yekê bû û hevbîrîyek di navbera Amerîka û Tirkîyê heye.

Serok Obama got, ewê jibo çûyîna Esed berdewam hevkarî bi Tirkîyê re bikin û karê xwe bidomînin ku veguherîna demokrasîyê li Sûrîyê cîh bînin.

Serok Obama pesna Tirkîyê da ku derîyên xwe ji penaberên Sûrî re vekirine û mazuvanêyeke baş ji wan re kirîye.

Serok herwiha got, ew destek didin hewilên Tirkîyê ku dixwaze dawî li tundûtûjîya PKK’ê bîne.
XS
SM
MD
LG