Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Serdana Xwe ya Ewrupa Didomîne, Pêgirîya bo Ewrupa Piştrast Dike


Obama li Berlînê
Obama li Berlînê

Serokê Amerîka Barack Obama ku serdana xwe ya Ewrupa didomîne, li Almanya got ku Amerîka qet gavên paş ji globalîzmê navêje.

Obama di nivîsarekê de ku ligel Serokwezîra Almanya Chancellor Angela Merkel nivisî û di rojnameya Wirtschaftswoche de derket, êdî vegera ji gerdûnîbûna cîhanê tuneye.

“Divê Amerîkî û Alman bi hevre vê derfetê bi kar bînin ku globalîzmê li gor nirx û nêrînên xwe ava bikin. Divê civaka cîhanî hevkarîya heyî xurtir û kûrtir bikin.”

Obama di serdana xwe ya dawî de pêşî çûbû Yunanistana dergûça demokrasîyê û li wê derê bal kişandibû girîngîya parastina demokrasîyê û pêgirîya Amerîka ya jibo Yekîtîya Ewrupa.

Obama niha li Almanya ye û hevdîtinên xwe ligel karbidestên Almanî û Yekîtîya Ewrupî didomîne û dû re ewê bo hilvicîna Hevkarîya Asya Pasîfîk wê here Peru.

XS
SM
MD
LG