Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêwirmendê Ewlehîya Netewî yê Amerîka O’Brien bi Korona Ket


Serok Trump û O’Brien
Serok Trump û O’Brien

Ajansa AP ji zarê du jêderên agahdar ragihand ku testa korona ya Şêwirmendê Ewlehîya Netewî yê Amerîka Robert O’Brien pozîtîf derketiye.

O’Brien heta niha karbidestê herî payebilind yê Amerîkî ye bi vîrusa korona ketiye.

Qesira Sipî piştrast kir ku O’Brien bi korona ketiye, lê semptomên wî sivik in.

“O’Brien vê gavê xwe ji herkesî dûr xistiye û ji cîhekî dûrdest karê xwe didomîne. Xeterîya derbazkirina virusê ji Serok Trump û Cîgirê Serok tuneye û Civata Ewlehîya Netewî niha karê xwe bênavber didomîne.”

Cara yekê malpera Bloomberg News nûçeya derheqa O’Brien weşand û ragihand ku wî di bernameyeke malbatê de tûşî korona bûye.

XS
SM
MD
LG