Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ocalan Daxuyanîyeke “Dîrokî” Dide


Rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan dibêje ku ew ê daxuyanîyeke “dîrokî” bide li dema cejna Newrozê roja Pêncşemê, ku dihête çaverêkirin peyama wî ragihandina agirbestê be.

Abdullah Ocalan peyama xwe gihande parlamenterên Kurd ku roja Duşemê serdana Îmralîyê kirin.

Di şandeya sêyemîn de hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê Selahattîn Demîrtaş, parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan û parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder cî digrin.

Herwiha dihête çaverêkirin ku Ocalan ji PKK’ê bixwaze ku çekdarên xwe li Tirkîyê vekêşe.

Li gorî texmînan, nêzîkî 2,500 çekdarên PKK’ê nuha li Tirkîyê ne û yên din li Kurdistana Îraqê ne.
XS
SM
MD
LG