Lînkên eksesibilîtî

Abdullah Ocalan di Mesaja Newrozê de Soza Aştîyê Dide


Newroz 2014
Rêberê Kurd yê zindankirî Abdullah Ocalan îro li Dîyarbekirê mesajeke girîng da bîra giştî.

Birêz Ocalan di peyama xwe de soz da ku ewê hewlên xwe yên jibo çarserîyeke aştîyane bo pirsa Kurdî bidomîne.

Mesaja Ocalan ya Newrozê ji alîyê parlamantera BDPê Pervîn Buldan ve, li Dîyarbekirê pêş sed hezaran kes hate xwendin.

“Em di şer de wêrek bûn; emê ji pêkanîna aştî de jî wêrek bin.”

Ocalan herwiha got, tevî ku hikûmet di hewlên aştîyê de pir hêdî be jî û di danana bingeheke qanûnî de ne heweskar be jî, nîşan daye ku di aştîyê de bi biryar e.

Abdullah Ocalan sala borî bang li şervanên xwe kiribû ku vekêşîn dervayê tixubê Tirkîyê.
XS
SM
MD
LG