Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efrînî Tecrîda Ser Ocalan Protesto Kir


Bi hezaran rûniştvsanên Efrînî û karmendên Rêvebirîya Xweser jibo tecrîda li ser serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan şermezar bikin, daketin kolanan.

Xwpêşandana ku ji Çarxarîya Newroz destpê kir, li Meydana Azadî bi dawî bû û tê da sloganên “Azadî jibo Ocalan”, “Tecrîda Ser Ocalan Dijî Mirovahî ye” hatin avêtin.

Di rêdeçûnê bang li dezgehên mafên mirovan hate kirin ku li ser dewleta Tirkîyê zext bikin da ku rewşa Ocalan bê zelal kirin û malbat û parêzer bikanin wî bibînin.

Hêjayî gotinê ye ku di nav vê hefteyê de çalakîyên din jibo banga azadîyê jibo Ocalan wê bên çêkirin.

EM_8_2_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:55 0:00
Direct link

**

XS
SM
MD
LG