Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Tirkîyê: Ocalan Bang li HDP'ê Dike ku di Hilbijartina Stenbolê de Bêalî Bimîne


Ajansa Anadolu, ku medya fermî ya Tirkîyê ye, îdia kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi nameyekê bang li hilbijêrên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kiriye ku bo hilbijartina bajarvanîya Stenbolê bêalî bimînin.

Li gor ajansê, Doçent Doktor Alî Kemal Ozcan li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinek li dar xist û Ocalan di wê hevdîtinê de hîn bû ku banga wî ya bo hilbijêran nehatiye weşandin.

''Ocalan ji me hîn ku daxuyanîya ku di 18'ê Hezîranê de di ser dozgerîyê re daye parêzeran nehatiye weşandin û bertek nîşan da'' Ozcan got.

Wî da zanîn ku Ocalan bo parêzeran notek nivîsîye û jiber ku parêzeran bersîva wî nedaye ew neçar maye ku daxuyanîyê bi tenê bide.

Di nameyê de ji HDP'ê tê xwestin ku bo hilbijartina Stenbolê bêalî bimîne.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ku parêzerîya Ocalan dike, ji Twitterê ragihand ku ewê sibê Înê ser nameya ku tê îdia kirin ji alîyê Ocalan ve hatiye nivîsîn, daxuyanîyekê bide.

Hêjayî bîrxistinê ye, piştî hilbijartina 31'ê Adarê pisporên sîyasetê dîyar kiribûn ku HDP'ê di serketina berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) de roleke girîng lîstiye.

Hilbijartinên bajarvanîya Stenbolê, ser daxwazên pêdeçûnê yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hatibû betal kirin.

XS
SM
MD
LG