Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Sîyasetvanên Kurd li Tirkîyê Dê Îzolasyona Ser Ocalan Protesto Bikin


Posterên Ocalan li pêş navenda DBP ya li Amedê
Posterên Ocalan li pêş navenda DBP ya li Amedê

Jimareke sîysasetvanên Kurd û bizavkarên li Tirkîyê îro Pêncşemê ji Reuters re radigihînin ku ewê jibo ku bikaribin serdana rêberê Kurd yê zindankirî Abdullah Ocalan bikin, dest bi greva xwebirçîkirinê dikin.

Qanûndanêrên HDP'ê ya ser bi Kurdan ji Nîsana sala borî heta niha nekarîne Ocalan zîyaret bikin. Dîsa, malbata wî ji sala 2014’ê û parêzerên wî jî ji 2011’ê vir ve nikarin serdana Ocalan bikin ku ji sala 1999’an vir ve li Zindana Îmrali girtî ye.

Bîragiştîya Kurdî û bizavkarên mafên mirovan di xemê de ne ku taybetî piîşî hewila darbeya leşkerî ya Tîrmehê, tiştekî xirab hatibe ser Ocalan.

Nêzîkî 50 kesên ku piranîya wan parlamenterên HDP'ê û çalakvan in, ji Reuters re got ku heta ku destûr ji serdana Ocalan re bê dayîn, ewê roja Duşemê dest bi greva nexwarinê bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Ocalan bi zindankirina dirêjîya jînê hatiye ceza kirin û ew di girtîgeheke nav Derya Marmara tê girtî ye.

Çekdarên PKK’ê hefteya borî qamyoneke bombebarkirî li pêş avahîya polîsan peqandibû ku 11 kes tê de hatibû kuştin.

PKK’ê di malpera xwe de ragihandibû ew êrîş jibo tolhildana “îzolasyona berdewam” ya Ocalan û nebûna agahîyên ser rewşa wî hatiye kirin. PKK'ê hişyarî dabû ku êrîşên wî rengî wê bidomin.

XS
SM
MD
LG