Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdullah Ocalan: Bila Çek Bêdeng Bin, Sîyaset Pêş Bikeve


Rêberê Partîya Karkerên Kurdîstanê Abdullah Ocalan di Newroza Dîyarbekirê de bang kir da ku çek bêdeng bibin û hêzên PKK'ê ji sînorê Tirkîyê derkevin.

Ji mîlyonek zede mirov di Newroza Dîyarbekirê de giheştin hev û bi coşeke mezin roja nû pîroz kirin. Bernama Newrozê bi konserta Koroya Gel ya Mezopotamya destpê kir û di 12:30’an de agirê Newrozê hat vêxistin.

Piştî geşkirina agir, parlamenterên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwendin.

Rêberê PKK’ê destnîşan kirîye her tim, hêzên serdest xwestine ku, bi mudaxalyên derveyî, jibo berjewendîyên komikan, bi sîyaseten zext û zorê civakên ku xwedîyê şaristanîya kevnar û qedîm in, xwestine bikin dijminên hevdu. Jibo wê jî hertim hewil dane ku desthilatîyên heq nenas û hiqûq nenas ava bikin.

Abdullah Ocalan dibêje, emperyalîzma Rojava yî, di du sed salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi mudaxalyên xwe yên derveyî, xwestine ku di nav civakên Rojhilata Navîn de hişmendîya netew dewletî pêş bixin. Jibo vê jî, di nav civakan de tixubên çêkirî ava kirine. Rêberê PKK’ê destnişan kirîye bi van tixuban her xwestine ku civakên heremê yên Ereb, Fars, Tirk û Kurdan bere hev bidin.

Abdullah Ocalan dîyar kirîye "Serdema ferasetên, redkar û çewsîner bi dawî bu ye, civakên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn hişyar dibin û li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor re re dibêjin bes e."

Rêberê PKK’ê destnişan kirîye şerê wan, li hember çewisandin, nezanî, bê edaletîyê, li hember paşmayîn û her cureyên zext û zordarîyan bûye.

Abdullah Ocalan daye zanîn ku îro edî, Kurd jibo Tirkîye û Rojhilata Navîn û jibo paşerojeke nû hişyar dibin û gotîye 'îro serdemeke nû destpê dike' ku ji serdema berxwedana çekdarîyê, derî li pêvajoya sîyaseta demokratîk vedibe.

Abdullah Ocalan destinaşan kirîye ew jibo vê gelî, bi dehan salên xwe feda kirine, berdêlên gelek giran dane ku ev fedekarî û tekoşîn ne bêsedem bûne jiber ku di saya wan de Kurdan kesitîya xwe ya cewherî û nasnameya xwe jinûve dest xistine.

Rêberê PKK’ê banga bêdengkirina çekan kir û peyama wî wiha dewam dike “Edî bila çek bê deng bibin. Jiber ku di vê asta ku giheştinê hewcedarî bi pêşketina fikr û reman û sîyasetê heye."

Abdullah Ocalan îfade kirîye xwîna ku diherîke ya hemû gelen vê erdnîgarîyê ye û bi şahidîya mîlyonan dibêje ku edî pêvajoyeke nû destpê dike. Bila ne çek, lê sîyaset pêş keve.

Birêz Ocalan wiha dewam kirîye “Edî em hatine merhaleyeke pir girîng ku hêzên me yên çekdar xwe vekşînin derveyê tixubê. Ez bawer dikim, yên ku bawerîya xwe bi min aninê û dilê xwe ji min re vekirine, dê hesasîyetê pêvajoyê berçav bigirin û heta dawîyê biparêzin.”

Abdullah Ocalan destnişan kirîye ku ev ne dawî ye ev destpêkeke nû ye ew dev ji tekoşînê bernadin lê dest bi tekoşîneke nû dikin.

Birêz Ocalan îfade kirîye jibo jîyaneke wekhev û azadî berpirsî dikeve ser mile hemî gelen Anatolyayê. Ocalan herwiha bang li hemû gelan kirîye da ku bihev re Modernîteye Demokratik ava bikin.

Abdullah Ocalan di peyama xwe de bang li gele Tirkîyê jî kirîye û gotîye "Dem ne dema îxtîlaf, şer û pevçûnan e, dem dema tifaq, hevkarî û hevdu hembêzkirin û helalkirinê ye."

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG