Ofîsa Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) îro Duşemê ragihand ku li Ukrayna ji destpêka êrîşa Rûsya ya di 24'ê Sibatê heya niha, 1119 sivîl hatine kuştin û 1790 kes jî birîndar bûne.
OHCHR da zanîn ku ji kesên hatine kuştin 224 mêr, 168 jin, 15 keç û 32 jî kur in.
Ofîsê got ku hîn zayenda 52 zarok û 628 mezinên din zelal nebûne.
OHCHR eşkere kir ku piranîya kuştinan jiber karanîna çekên peqînkar yên bi bandoreke berfireh pêk hatine ku di nav de êrîşên ji topên giran, sîstemên roketavêj, êrîşên mûşekî û esmanî jî hene.
Ajansa NY her wiha da zanîn ku ew bawer dike ku hêjmarên rastîn "gelekî bilindtir" in, jiber ku OHCHR agahdarî bi derengî bi dest dixe û piştrastkirina raporan xebatên xwe demûdest nikare bi dawî bike.
OHCHR dîyar kir ku îdayên gelek qurbanîyên sivîl yên li bajarên wek Mariupol , Volnovakha, Izium, Popasna, Rubizhne û Trostianets hîn jî têne piştrastkirin û di hejmarên herî dawî de cîh nagirin.