Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

OECD: Aborîya Cîhanî Dê Herî Kem 6 ji Sedê Biçûk Bibe


Sazîya Pêşveçûn û Hevkarîya Aborî (OECD) ragihand ku aborîya cîhanî dê îsal jiber vîrusa korona herî kêm 6 ji sedê biçûk bibe.

Li gor rapora OECD’ê, bêkarîya ku par di nav dewletên wê sazîyê de 5,4 ji sedê bû li ber e ku heta 9,2 ji sedê rabe.

OECD’ê da zanîn ku ger şewbeke din çêbe ew biçûkbûna aborîyê dê heta 7,6 ji sedê jî here.

Ew sazî dide zanîn ku bi her awayî dê jinûve başbûna aborîyê dijwar be.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê pirtir ji 7,300,000 kes bi vîrusa korona ketine û 415,174 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG