Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Destûr Neda Parlamenterên Ewrupî ku Demîrtaş Bibînin


Destûr nehat dayîn ku koma Partîyên Sosyalîst yên Ewrupî (PSE) serdana Demîrtaş bike
Destûr nehat dayîn ku koma Partîyên Sosyalîst yên Ewrupî (PSE) serdana Demîrtaş bike

Şandeyeke Parlemana Ewrupî ku ji parlamenterên ji koma Partîyên Sosyalîst yên Ewrupî (PSE) pêk dihat nekarî bi Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinekê bike.

Parlamenterên Ewrupî ku çûn bajarê Edîrne ya bakurê rojavayê Tirkîyê, ji alîyê hêzên ewlekarî yên Tirkîyê ve hatin asteng kirin, bi sedema ku wan jii wezareta dadê destûr wernegirtîye.

Serokê Koma PSE Sergei Stanishev li pêş girtîgehê ji peyamhinêran re peyîvî û got ku HDP partîyeke meşru ye û girtina parlamenterên wê nayê pejirandin.

Wî xemgînîya xwe li ser rewşa sîyasî dîyar kir û got ku her carê ku ew tên Tirkîyê, rewş hîn xirabtir dibe.

”Emê tiştên ku em li vi derê dibînin bi tevahîya Ewrupa gotûbêk bikin û li her derê qal bikin. Ne tenê ligel partîyên sîyasî lê bi wezîrên derve û nûnerên hikûmetan re jî emê van mijarana bi berfirehî binirxînin. Emê çavdêrîyên xwe ligel nûnerên sîyaseta derve û ewlekarî yên Yekîtîya Ewrupa parve bikin," Stanishev got.

Di şandeyê de Serokê Koma PSE Sergei Stanishev, parlamenterê Avusturî Hannes Weninger, parlamenterê Alman Arne Lietz, Seroka Komîteya Mafên Mirovan ya PSE, parlamentera Îtalî Pia Locatelli, parlamenterên Îtalî Marietta Tidei û Brando Benifei, parlamenterên Swêdî Marie Granlund, Jens Orbach û Johan Buser cîh digirtin.

Dîsa, şêwirmenda karûbarên Tirkîyê, Marie Rose Koro, cîgirê sektreterê giştî Giacomo Filibeck û şîretvana serokê giştî ya komê Lorenza Tiberi jî ligel şandê çûn Edîrnê.

XS
SM
MD
LG