Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Salvegera Helebçe, Jîyan li Hewlêrê Sekinî


Roja Şembî hatin û çûn li şeqamên paytextê sekinîn (Wêne: Rûpela 'My Erbil' di malpera Facebook de - facebook.com/myerbil )
Roja Şembî hatin û çûn li şeqamên paytextê sekinîn (Wêne: Rûpela 'My Erbil' di malpera Facebook de - facebook.com/myerbil )
Li salvegera komkujîya Helebçeyê, roja Şembî jiyan li Hewlêr a paytexta û bajarên din yên Herêma Kurdistanê sekinî.

Li demjimêr 11’ê nîvro bi dema Herêma Kurdistanê, hatin û çûn li şeqamên paytextê sekinîn û gel bêdeng rawestîyan wek rêzgirtin li qurbanîyên kîmyabarana Helebce.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ragihand ku baştirîn wefadarî jibo Helebçeyê ew e ku bi yekdengî xebatê jibo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd bikîn.

Li roja 16’ê Adara 1988’ê, rejîma Îraqî bi çekên kîmyawî êrîş kire ser bajarê Helebçe û di wê êrişê de, nêzîkî 5,000 mêr, jin û zarokên Kurd ji layê hêzên Sedam Husên ve hatin kuştin.

Her di wê êrîşê de 10,000 kesên din birîndar bûn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG