Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Rewşa Awarte li Tirkiyê Û Têkiliya Wê bi Amerîka re


Faîk Bulut, Osman Ocalan û Hesen Kaya

Rewşa Awarte (OHAL) piştî hewila derbeya leşkerî ya havîna 2016’an hatibû ragihandin, roja Pêncşemê bi dawî bû. Di heman rojê de, parlamena Tirkiyê, bo yasya li dij terorê dest bi hewildanên proje qanûnên taybet kir.

Şirovekar wiha dibînin ku Tirkiye dê piştî OHALê yasayên xwe yên li hember terorê û hêzên opozisyonê xurtir bike û rewş dê ne qelek ji rewşa berê baştir be.

Li aliyê din, şandeya wezareta derve ya Amerîka îro danûstendin derbarê sizayên aborî yên li ser Îranê bi berpirsên Tirk re gotûbêj kirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê van civînan daxuyaniyek da û got ku Îran cîraneke wê ya giring e.

Hello Washington ev mijar û tewerên niha bandor li ser rewşa navxweyî û derveyî ya Tirkiyê heye, bi mêvanên bxwe re gotûbêj kirin:

Osman Ocalan, siyasetvanê serbixwe ji Hewlêrê û lêkolînvan Hesen Kaya ji Enqerê û herwiha pêşwext çend pirs ji şirovekarê siyasî Faîk Bulut hatibûn kirin.

Osma Ocalan got ku hikûmeta piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê hate ava kirin, hikûmeta şer e.

"Tirkiye li ser rêyeke nû ye. Ew dixwaze bazarên xwe li herêmê ava bike, pêşî ewê Îraq, Sûrîye, Lubnan û Fîlîstînê bike bazara xwe û bazirganî û pîşesaziya xwe ava bike."

Bulut got ku yasayên nû dê gelek givaşan bixe ser herêmên Kurdan. "Hakim û walîyên herêmê dê baladestiyek zêde hebe û ew dikarin biryar bidin ku serokên partiyên muxalif nikarin bên nava bajarên wan.

Kaya got ku li Tirkiyê niha tiştekî din tê nîqas kirin ku ew jî tasfîyekirina NATO ye, lê heta ku zelabûnek çêbe pêwîstî bi çend mehan heye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:25:53 0:00

XS
SM
MD
LG