Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rapora Komîsyona Zindanan ya OHD ya Ser Girtîgehan


Girtîgeha Wanê
Girtîgeha Wanê

Komîsyona Zindanan ya Komala Hiqûqzanên Azadîxwaz raporeke nû li ser rewşa zindanan û vîrusa korona (Covîd-19) weşand.

Ev rapor ji serdanên parêzeran, hevpeyvîn û agahîyên ji xizmên girtîyan hate amade kirin. Di raporê de hate destnîşankirin nîşaneyên vîrusa korona li hin girtîyan derketîye û lê ev rewş li ber çavan nayê girtin.

Li alîyeke din berîya çend rojan, Wezareta Dadê ya Tirkîyê ragihand ku heta niha 17 girtî bi nexweşîya vîrusa korona ketîne û 3 girtîyan jî jîyana xwe ji dest dane.

Ferat Bogatekîn
Ferat Bogatekîn

Hevserokê Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) Ferat Bogatekîn dîyar dike ku ev tedbîrên jibo zindanan hatine sitandin pir bi qels û gelek kêmasî hene. Û jiber vê yekê jî tirsek mezin li zindanên Tirkîyê hene.

“Niha hevdîtin û danûstandinên me bi wezareta dadê re pêk hatin. Jibo çareserîyê me raporên xwe pêşkeşî wezareta dadê kirin. Lê wezaret naxwaze raporên doktoran, raporên komaleyên mafên mirovan û dîsa raporên komaleyên hiqûqzanan berbiçav bigirin. Wezareta Tirkîyê dîyar dike ku wan hemû tedbîrên tendirustîyê girtîne, ti pirsgirêk tune ne. Lê li alîyeke din jî heman wezaret dide nîşan ku 17 girtî bi nexweşîya korona ketine û 3 girtî jî jîyana xwe ji dest dane.”

MEB_21_04_2020_Korona_Rewsa_Girtîgehan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00


XS
SM
MD
LG