Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hiqûqzanên li Tirkîyê jiber Korona Daxwaza Berdana Hemî Girtîyan Dikin


Wezîrê Tendirustî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca dîyar kir ku pêketîyên vîrusa korona li seranserî Tirkîyê belav bûye.

Jiber vîrusa korona cezayên hin girtîyan têne kêm kirin, lê girtîyên sîyasî di nav vê biryarê de cîh nagirin. Rexistinên hiqûqê jî dibêjin ku ev dijî prensîba wekhevîya hemwelatîyan e.

Hin rêxistinên hiqûqê yên li Stenbolê jî piştî belavbûna virûsa korona daxuyanîyeke hevbeş dan û nameyek ji Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul re şandin.

Ferat Bogatekîn
Ferat Bogatekîn

Hevserokê Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) Ferad Bogatekîn dibêje ku divê berdana girtîyên sîyasî jî wek maf were dîtin.

‘’Jiber hêjmara zêde ya girtîyan û vîrusa korona, parlamentoya Tirkîyê dixwaze paketekê derbaz bike û girtîyan berde. Hikûmet dixwaze ku girtîyên edlî berde, ne yên sîyasî. Ew nayê qebûl kirin jiber ku mirov mirov e."

Bogatekîn hişyarî dide ku divê cudakarî di nava girtîyan de neyê kirin ku alozîyeke mezin di nava civakê de çênebe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00

XS
SM
MD
LG