Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyona Rêxistin Û Hin Welatên Misilman Derbarê Êrişên Îsraîlê


Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Saudî Faysal bîn Ferhan El Saûd

Rêxistina Hevkarîya Îslamî (OIC) îro Yekşemê êrîşên Îsraîlê bo ser kerta Gazayê weke êrîşên hovane bi nav kir banga rawestandin demûdest ya wan êrîşan kir.

Hevdem, OIC'ê Îsraîl bi "tawanên sîstematîk" yên dijî Fîlîstînîyan jiber êrîşên niha di roja heftan de didome, sûcdar kir.

Daxuyanîya OIC, piştî civînek onlaynî hat ragihandin, ku Erebistana Saûdî binpêkirina cihên pîroz yên Misilman û derxistina Fîlîstînîyan ji malên wan yên li Rojhilata Orşelîmê şermezar kir.

Rexistina bi 57 endamî Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi bêçalakîtiyê tawanbar kir.

Malezya, Îndonezya û Brunei îro Yekşemê daxuyanîyeke cûda weşandin, ji hêla serokwezîrê Malezya ve hate tweet kirin, banga civîneke awarte ya Civata Giştî ya NY dike.

Erebistana Saudî, Behreyn û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî banga agirbestêkî kirin.

Îmarat û Behreyn sala borî digel dewletên din yên Ereb bi sazkirina têkilîyên fermî yên bi Îsraîlê re, bi erêkirina bêdeng ya hêza Kendavê Rîyadê, li herêmê qedexeyeke dirêj şikandin.

Wezîrê Dewletê ya Îmaratan yê bo Hevkariya Navneteweyî Reem el-Haşîmî ser mijarê axivî.

"Daxistina alozîyan û givaştina asta herî bilind girîng e da ku li herêmê astên nû yên bêaramîyê dernekeve holê," wî got.

Karbidestên Saxlemîyê ragihandin ku di êrîşên serê sibeha îro yên li navenda Gazayê de hejmera mirîyan, tevî 47 zarokan bûye 181. Îsraîlê jî 10 mirî, du zarok jî di nav de, ragihand.

Pêla nû ya tundûtîjiya li herêmê jiber biryara dadgeha Îsraîlî ku dibe malbatên Filistînî bi zorê ji xaniyên wan yên li Rojhilata Orşelîmê derxinin, derket holê.

Piştî alozîyên bi hefteyan yên jiber vê doza li dadgehê û wek tolhildana pevçûnên polîsê Îsraîlî bi Fîlîstînîyan re li nêzê Mizgefta el-Aqsa ya li bajêr di meha Remezanê de, mîlîtanên Fîlîstînî roja Duşemê dest bi êrişên muşekan kir bo ser bajaran Îsraîlê.

Îsraîlê jî bi êrîşên esmanî û topbaranan bersîv da Gazeya ku şênîyeke qelebalix lê dijî.

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Saudî Faysal bîn Ferhan El Saud civîna OIC vekir û bang li civaka navnetewî kir da ku dawî li zêdebûna tundûtûjiyê bîne.

Her wiha, wî daxwaza danûstandinên aştîyê yên li ser bingeha çareserîya du dewletan, kir. Îsraîl tevahîya Orşelîmê wek paytexta xwe dibîne.

Fîlîstînî jî beşa Rojhilat ya Orşelîmê wek paytexta dewleteke pêşerojê dixwazin.

Dagirkirina Îsraîlê ya Rojhilata Orşelîmê di qada navneteweyî de nayê nas kirin.

Çavkanîyên wezareta karên derve ya Tirkîyê gotin ku wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu jibo sivîlên Filistînî banga mekanîzmayeke parastina navneteweyî kiriye.

Çavuşoglu ji OIC' ê re gotiye ku divê ji Îsraîlê bi sedema tawanên şer hesab were pirsandin û bo vê Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî dikare rol bilîze.

Medyaya dewleta Îranê dîyar kir ku wezîrê karên derve yên Îranê Mihemed Zarîf bang li civaka navneteweyî kiriye ku dijî Îsraîlê kempenyayekî 'sîyasî û qanûnî' bide destpêkirin.

XS
SM
MD
LG