Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Rûsya li dor Nirxa Niftê bi Tundî Rexne Dike


Erebistana Saudî îro Şemiyê bi tundî Rûsya rexne kir li dor tawanbariya Moskoyê ku şahistana Saudî berpirs e di ber têkçûna nirxa niftê de li seranserî cîhanê.

Nirxa niftê ji nişkave têkçû, piştî ku welatên OPECê, di nav de jî Rûsya erê nekirin li dor qutkirina berhemhênanê di meha Adarê de.

Şerekî nirxên niftê dest pê kir di navbera Rûsya û Erebistana Saudî de û eva dawî gef li Rûsya xwarin ku dê niftê bide bazaran û wan dorpêç bike, herçendî ku vîrusa korona daxwaza li ser niftê kêm kiriye.

Wezîrê derve yê Erebistana Saudî Feysel Bin Ferhan got:

“Rûsya ew e ya ku rêkeftin red kir, di demekê de şahistanê û 22 welatên din hewl didan Rûsya razî bikin da ku bêhtir niftê qut bike û rêkeftinê dirêj bike.”

Tê zanîn nirxa bermîla nifta xam a Brent bo derdora 24 dolaran daket, ku salekê berê 75 dolar bûn.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG