Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Dûr Dibîne Bilindbûna Buhayê Petrolê Dom Bike


Wezîrê Petrolê yê Îraqê Ihsan Ebdilcebar îro Çarşemê ragihand ku ew nabîne buhayên petrolê bêtir bilind bibin.

Di konferanseke enerjîyê de ku li paytexta Rûsya Moskoyê hate lidar xistin, wezîrê Îraqî got “Em bawer dikin ku divê bazar were balans kirin. Em bawer dikin ku buha bilindtir nabin.”

Rêxistina Welatên Derfirotina Petrolê, Rûsya û hevalbendên wan ku wekî OPEC+ tên naskirin rastî zextê ji alîyê hinek welatên din tê ku berhemdana petrolê zêde bike da ku buhayê wê aram bibe. Îsal buhayê petrolê bi rêjeya 50% zêde bûye.

OPEC+ li Tîrmeha borî biryar dabû ku heta Nîsana 2022'an berhemdana petrolê bo 400 bermîlan her rojê zêde bike.

Buhayê bermîla petrola xav îro Çarşemê bi 83 dolaran hate tomar kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG