Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Darayî yê Almanya Scholz Berbijarîya Xwe bo Seroktîya SPD Radigihîne


Olaf Scholz
Olaf Scholz

Wezîrê Darayî yê Almanya Olaf Scholz îro Înê ragihand ku ewê xwe bike berbijarê seroktîya Partîya Sosyal Demorkat ya Almanya (SPD).

Scholz, heta niha kesê herî navdar e ku bo posta rêbertîya partîya SPD xwe berbijar kiriye.

Anketên dawî nîşan didin ku rêjeya hezkirina wî ji alîyê gel ve bilind e û gelek Alman dixwazin wî wek serokwezîrê nû yê welatê xwe bibîbnin.

SPD bi berdewamî dengên xwe kêmtir dike û vê gavê rêjeya piştgirîya ku ew digire tenê 12 ji sedê ye û.

Baskê çepger yê SPD bawer dike ku cîhgiritna nav koalîsyona konservatîf ya Angela Merkel dibe sedem ku partî lawaztir be.

Scholz dijberîya wê nêrînê dike û dibêje ku ewê heta 2021’an di nav koalîsyonê de bimînin.

XS
SM
MD
LG