Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Temen ne Tenê Metirsiye ji bo Vîrusa Korona


Mirovên xwedî temen bêhtir rastî metirsiya mirina ji ber vîrusa korona dibin, lê ne tenê temen rola xwe di vê derbarê de dilîze.

Bi bilindbûna hejmara nexweşên korona re li Amerîka û Ewrupa, her diçe bêhtir zelal dibe ku saxlemiya mirov a berî bibe nexweşê/a korona, ew roleke sereke di encaman de dilîze.

Serokê başê tengaviyên ê Rêxistina Saxlemiya Cîhanî Dr. Mike Ryan got:

“Divê em baş agahdar bin li dor bîrokeya ku ev nexweşî tenê dibe sedema mirina kesên xwedî temen...ji 10% ta 15 % ji kesên ku tûşî vîrusê dibin ew di bin temenê 50î de ne.”

Herçendî ew rizgar dibin jî, kesên navsal bi hefteyan li nexweşxaneyan dimînin.

Maria Van Kerkhove, ku pizîşkeka Rêxistina Saxlemiya Cîhanî ye, dibêje kesên gênc ne parastî ne û hîn agahiyên bêhtir pêwîst in li dor nexweşiyê û bandora wê li ser hemî nifşan.

Îtalya ragihand ku çarîkeka keysên vîrusê ta niha di nava temenê 19 û 50î de ne. Li Spanya sêyek ji keysan di bin 44 salî de ne.

Li Amerîka, Navenda Kontrolkirin û Nehîştina Nexweşiyan CDC dibêje 29% ji keysan di navbera 20 û 44 salan de ne.

XS
SM
MD
LG