Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Olîmpîyatê ya Navneteweyî Hazirîya Paşxistina Lîstikên li Tokyo Dike


Komîteya Olîmpîyatê ya Navneteweyî (IOC) jiber belavbûna vîrusa korona hazirîya paşxistina Olîmpîyata Tokyo ya 2020’an dike.

Berpirsên olîmpîyatê dîyar dikin ku ewê lîstikan di 2021’an de li dar xin.

Rêvebirên olîmpîyatê do Yekşemê kom bûbûn û nûnerên dewletên wek Kanada, Brezîlya, Slovenya gotibûn ku ger lîstik neyên taloq kirin ewê beşdar nebin.

Sazîyên medya, federasyonên sporê yên navneteweyî ew demek e fişar li ser IOC’ê çêdikirin ku olîmpîyatê paş bixe.

Li gor pêzanînên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkins vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye canê pirtir 340,000 kesan û 14.759 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG