Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Olîmpîyatên Tokyoyê de Alîgir û Temaşevan Wê Tunebin


Virus Outbreak Japan
Virus Outbreak Japan

Karbidestên Japonî ragihand ku Olîmpîyatên Tokyoyê bê hebûna temaşevan û alîgiran pêk werin.

Walîyê Tokyoyê Yuriko Koike îro Pêncşemê ragihand ku piştî civîna bi Komîteya Olîmpîyatan ya Navnetewî (IOC) û mêvandarên Japonî yên lîstinan, biryar hate dayîn ku hebûna temaşevan di lîstinan de were qedexe kirin.

Koikegot ku gelek kes çaverê bûn ku li stadyuman ev lîstin temaşe bikin, lê rêya herî ewle ev e ku herkes li mala xwe li olîmpîyatan temaşe bike.

Biryara îro piştî ragihandina rewşa awarte li Tokyo hat ku roja Duşemê. Ji bîragiştî re hatibû gotin.

Serokwezîrê Japonî Yoshihide Suga dîyar kiribû ku wan jibo kontrolkirina pêketinên zêdebûyî yên COVID-19 li paytextê ew biryar daye.

XS
SM
MD
LG