Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Pêncan ya Lîstikên Olympiya Rio 2016


Michael Phelps

Roja çarşemê pêncemîn roja lîstikên hevirkiyên Olympiya Rio ya 2016 e, liser gelek lîstikan hevrikiyek xurt ya stendina mîdaliyan heye.

Bi pêşengiya yarîzanê xwedî serbor di lîstikên Olympiyada Rio ya 2016 de Michael Phelps û stêrka naskirî Katie Ledecky dê pêşengiya 6 yarîzanên din yên tîma Amerîkî ya Avjeniyê (Melevaniyan) bikin.

Tîma Amerîkî ya avjeniyê roja çarşemê dê li gel tîmên hevber di hevirikiyek xort de bin, tê çaverêkirin ku gelek mîdaliyên din bistînin.

Cammile Adams and Hali Flickinger di hevirkiya avjeniya jinan ya 200 metrî de dê beşdar bibin, dîsan Kevin Cordes û Josh Prenot dê pêşbaziya avjeniya mêran ya 200 metrî de beşdar bibin, herwiha Caleb Dressel û Nathan Adrian dê nûnertiya tîma amerîkî bikin di pêşbaziya 100 metrî ya avjeniya mêran de.

Di lîstika Fotbolê de, tê xwestin ku tîma Brazîl di yariya li gel tîma Danîmarkî qezenc bibe, eger ku vê yariyê qezenc neke dê ji dewra Olympiya îsal bihê avêtin.Brazîl di lîstikên pêşiyê de bi yeksanî li gel Îraq û başûrê Afrîka bidaw bibû, eger di yariya şeva çarşemê de ser nekeve, dê ji hevrikiya lîstikên fotbolê derkeve.

Roja çarşemê gelek lîstikên din yên hemerengên sporê di nava tîmên hevrik de, dê bihên encam dan, yên weke Goka destan, Jomnastîk, avakirina bedenê û lîstikên din.

XS
SM
MD
LG