Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sudanê Destesere Û Tevaya Girtîyên Siyasî Tên Azad Kirin


Sudan

Çavkaniyên Mediyayî radigehînin ku serokê Sudanê Omer El Beşîr roja Pêncşemê ji aliyê Civata leşkerî ve hatîye desteser kirin û ew li jêr çavdêriyê ye nabe derkeve.

Kenalê Al-Hurra yê Amerîkî ku ji Virginia weşana xwe ya Erebî dike û peyamnêrê wan li paytext Xartûm dimîne, dide zanîn ku saziya Ewlekarî û Mixabrata Niştîmanî ya Sudanê roja Pêncşemê hemû girtiyên siyasî yên di zîndanên rejîma Omer El Beşîr de bûn hatine azad kirin.

Gelê Sudanê çaverêyî "Daxûyaniya leşkerî ya giring e", ku tê çaverê kirin îro bihê weşandin.

Tê çaverêkirin desteya fermandariya leşkerî bihê ragihandin û Serok Erkanê leşkerî Kemal Ebdulma'rûf serokatiya Civata Leşkerî bike û Mihamed Hamdan Himêdî fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn bibe cîgirê Ebdulma'rûf.

Hêzên leşkerî serê sibeya Pêncşemê biser bingeha Tevgera Îslamî de girt ya ku girêdayî partiya Kongire ya desthilatdar e.

Wek tê zanîn şeş roj in, hezaran ji gelê Sudanê dewrûberên fermandariya leşkerî di xwepêşandanê de ne û daxwaza nemana desthilata Omer El Beşîr dikin.

Ji aliyek din hat ragihandin ku kampeyna girtin û desteser kirina fermndar û berpirsên leşkerî hatîye destpêkirin.

XS
SM
MD
LG