Parlamanterên Partîya Wekehvî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder, ku di Şandeya Îmraliyê de ye, ser danûstandinên dawî axifî.
Onder di hevpeyvîna taybet ya Ajansa Mezopotamya de got ku Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan ser aştîyê bi awayekî zelal diaxife, lê dewleta Tirkîyê hîn biryara xwe ya dawî nedaye.
‘’Ocalan jî tevgera Kurdan jî jibo aştîyê helwesteke zelal nîşan didin. Ger dewlet jî dest bi zelalbûnê bike ewê peyvajoya esil wê demê destpê bike.’’
Wî dîyar kir ku jibo danûstandinên niha nabêjin ‘’peyvajoya çareserîyê’’ lê got ku aştî yek ji gavên girîng û pêş yên çareserîyê ye.
Onder got ku ew wek Şandeya Îmraliyê bala xwe didin ser pozîtîfbûnê û jibo tiştên neyênî çênebin çi ji dest wan tê dikin.
Parlamanterên DEM Partî got ku her ku peyvajoyê pêş bikeve ewê hin tiştan bi awayekî hîn zelaltir biaxifin.
Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî, ku hevbendê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatê ye, dawîya sala borî re bang li Ocalan kir di parlamana Tirkîyê de banga sekinandina PKK’ê bike.
Bahçelî piştre jî got ku ew dixwazin DEM Partî û Ocalan, ku ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê ye, hevdîtineke rûbirû bikin.
Onder û parlamantereke din ya DEM Partî Pervîn Buldan 28’ê Berfanbarê bi Ocalan re kom bûn.
Ocalan bi rêka Onder û Buldan ragihand ku ew dikare jibo ‘’paradîgmaya nû’’ hin gavên pozîtîf biavêje.
Onder, Buldan û sîyasetvanê derîn Ahmet Turk di rojên borî de bi partîyên sîyasî yên parlamana Tirkîyê re kom bûn.
Ew dawîya hefteyê jî çûn serdana sîyasetvanên girtî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag.
Çaverê ye Şandeya Îmraliyê di rojên pêş de serdana Ocalan bike û piştre ser danûstandinan û peyvajoyê daxuyanîyeke berfireh bide.
Jêder: Ajansa Mezopotamya