Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Serlêdanên jibo Dersên Kurdî yên Onlayn Didomin


Komala Lêkolînên Kurdî berîya belavbûna vîrusa korona li ser înternetê dest bi dayîna dersên onlayn kiribû. Bi belavbûna korona jî eleqeya dersên onlayn yên Kurdî zêdetir dibe.

Komela ku xebatên xwe li Stenbolê bi rê ve dibe, bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî dersên onlayn dide.

Di heman demê de sêrlêdanên komalêyê yên jibo serdema havînê jî didome. Dersên onlayn li gor pêdivîyê ji 4 heta 6 heftayan wê didome.

Mazlum Çapan
Mazlum Çapan

Rêvebirê Komalê Mazlum Çapan got ku heta niha nêzîkî 2000 sêrlêdan çêbûne û serlêdan wê heta dawîya meha Gulanê bidome.

“Komalê bi Tora Zimanê û Çanda Kurdî re çalakîyek bi hevre bi rê ve dibe. Eger mamosteyên komaleyê têrê neke jî ji sazîyên din mamostê wê dersan bidin. Jiber vê yekê jî heta niha sînorek jîbo hejmara şagirtan nehatîye dayîn.”

Çapan dîyar kir ku jiber daxwaza zêde ya dersên online komale wê zêdetir bi awayekî profesyonel û demên dirêjtir jî dersên onlayn bide.

“Berîya niha jî daxwaza dersên onlayn dihatin û me xwest li ser YouTubê’ê bidin lê ew yek pêk nehat. Jiber vîrusa korona û daxwaza zêde em difikirin ku bi awayekî profesyonel dersên onlayn bidin.”

Li alîyekî din, Çapan anî ziman ku serlêdan ne tenê ji Stenbol, heta niha bi sedan serlêdan ji Amerîka, Ewrupa, bajarên din yên Tirkêyê ji gelek bajarên Kurdan jî tên.

Hêjayî birxistinê ye ku di dema Rewşa Awarte (OHAL) de bi Biryarnameyeke Desthilata Qanûnê (KHK) Enstîtuya Kurdî ya Stenbol hatibû girtîn. Jibo ku ev valahî were dagirtin, Komela Lêkolînên Kurdî, di Adara 2017’an de hatibû damezirandin. Komale hem dersên zimanê Kurdî bi sê zaravayan dide hem jî xebatên çandê bi rê ve dibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00

XS
SM
MD
LG