Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Navnetewî "OPCW" Rejîma Sûrî Siza Dide


Avahiyê OPCW li Hague - Holanda
Avahiyê OPCW li Hague - Holanda

Roja Çarşemê endamên rêxistina Navnetewî ya Qedexeya Çekên Kîmyayî dengdan çêkir û Sûriye bêbehir kir ji mafên wê yên di desteya rêxistinê de, piştî ku raportan, Dîmeşq tawanbar dît jiber pêkanîna hin êrîşên çekê kîmyayî.

Endamên rêxistinê bi piraniya Du-Sêyeka dengên pêwîst beyanamek erê kir ku gelek welat piştevaniya wê dikin yên weke Fransa, Brîtanya û Amerîka li ser "Maf û îmtiyazat"an, Dîmeşq bê maf hişt û herwiha mafê dengdanê jî nîne.

Di civîna dengdanê de li bajarê Den haag yê Holandî roja Çarşemê 87 welatan dengê erê li dij Sûriyê bikar anî û 15 welat jî li dij derketin, welatên ku li dijî sizadana hikûmeta Sûrî derketine, Sûriya, Rûsa, Çîn Û Îran bûn û 34 welatan nexwest deng bidin, 136 welatan beşdarî di dengdanê de kirin ji koma 193 welatên endam di rêzxistina OPCW de.

Rejîma Sûrî tawanbare bi karîanîna gaza chlorine û sarin yên qedexekirî li cîhanê ku wê li Adara sala 2017ê li bajarokê al Latamine li parêzgeha Hama bikaranî bû. Lê hikûmeta Sûrî berdewam wê îdîayê red dike ku destê wê ligel êrîşên kîmyayî hebe û êrîeke weha pêkanî be.

Dîmeşq û hevpamana xwe ya Rûs hêzên rojavayî tawanabr dikin ku ew pirsê bi rêya rêxsitina navnetewî ya qedekirina Çekê Kîmyayî OPCW "Siyasî" dikin.

Daxuyaniya rêxsitinê dibêje "Biryar hate dan piştî ku lêkolînan û bê ku ziyan bigihe erkên Sûriyê yên di rêxistinê de – derabrê çekê kîmyayî- maf û îmtîyazên Sûriyê dê ragirtî bimînin."

Li gor biryarê dê Sûriye ji mafê dengdanê û yê xwe berijar kirinê bo civata cibicikar bêbehir bimîne û nikare ti wezîfekî di rêxistinê de werbigire.

Sûriya jibo neberisvdana pirsên rêxistinê tê tawanbar kirin ku piştî sala borî raportek weşand bû û tê de hatbû ku rejîma Sûriyê gaza sarin û chlorine sala 2017ê li dij bajarokê al Latamine bikar anî bû dema ku hêzên opoziyon lê diman, ev jî bûye sedema binpêkirina Peymana Qedexeya Çekê Kîmyayî.

Piştî weşandina raportê û daxwaza rêxistinê ku di 90 rojan de bersivê bide, Sûriyê pêgirî nekir û derbarê pirsa rêxistinê ya kanê çi cûre çekê kîmiyayî bikar anîye û çendê din yê embar kirî li cem wê maye bersiv neda.

Hefteya borî zext li ser Sûriyê zêdebûn, piştî derketina raporta duyan ya rêxistina OPCW ku Sûriyê bi karanîna gaza chlorine li sala 2018ê jî tawanabr dike, ku bi gaza chlore êrîşî ser bajarê Seraqib kirbû yê ku 50 kîlomteran ji bajarê Helebê dûre. Ku wî çaxî li jêr kontrola grûpên çekdar yên opozisyonê bû.

XS
SM
MD
LG