Lînkên eksesibilîtî

OPCW Îro Biryara Çekên Kîmyayî Dide


Koma çavdêrîya çekên kîmyayî îro Înîyê li Den Hag kom dibe ku biryar bide çawa û li ku prosesa tunekirina cebilxaneya kîmyayî cîh bîne.

Rêxistina Pêşîgirtina Çekên Kîmyayî (OPCW) ragihand, bijareya herî baş ev e ku ew çekên kîmyayî li dervayê Sûrîyê, li welatekî din bêne tune kirin.

Li gor agahîyên ku ji Şamê tên, hikûmeta Sûrî jî di heman nêrînê de ye. Lê, heta niha bi zelalî dîyar nebûye ku tunekirina çekên kîmyayî li kîjan dewletê cîh were.

Roja Pêncşemê Norwec pêşnîyar kiribû ku 2 keştî bişîne Sûrîyê ku çekên kîmyayî veguhizîne dervayê wî welatî.

Lê, Oslo demeke zûtir pêşnîyara Washingtonê red kiribû ku ew çekên kîmyayî li nav axa Norwecê bêne tune kirin.

Biryara Rêxistina Pêşîgirtina Çekên Kîmyayî wê nîşan bide ku Neteweyên Yekbûyî de çawa plana tunekirina çekên kîmyayî yên Sûrîyê bidomîne.
XS
SM
MD
LG