Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Rûsya Alîkarîya Sûrîyê Kir ku Karanîna Çekên Kîmyayî Veşere


Bajarokê Duma piştî êrîşa kîmyayî ya gumanbar (Arşîv)
Bajarokê Duma piştî êrîşa kîmyayî ya gumanbar (Arşîv)

Nûnerê Amerîka yê di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OKCW) de, Kenneth Ward îro Pêncşemê Rûsya tawanbar kir ku di warê çekên kîmyayî de alîkarîya hikûmeta Sûrê kiriye.

“Rûsya rê li ber xebatên OKCW ya eşkerekirina alîyên berpirs yên karînerên çekên kîmyayî girt û bi vî awayî alîkarîya Sûrîyê kir ku karanîna çekên qedexekirî di şerê navxweyî de veşere,” Ward got.

Şîroveyên Ward di vê demê de tê ku Rûsya û welatên Rojavayî di konferansa salane ya OKCW de, li bajarê Denhagê ya Hollanda ketine gotibûjên tund.

Ev çend meh in ku Moskow belgeyeke OPCW tîne pêş ku ji hêla du karmendên wê rêxistinê hatibûn parve kirin. Wê belgê îdia dikir ku OPCW raporta 1’ê Adarê ya 2018’an ya derbarê karanîna gaza klorîn guhertiye.

Di wê êrîşê de 40 kes li bajarokê Duma ya nêzî Şamê hatibûn kuştin ku ew bajarok di bin kontrola serhildayan de bû.

XS
SM
MD
LG