Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê Dest bi Operasyona Hewîce Kir


Leşkerên Artêşa Îraqê li Telafarê, Tebax 2017

Artêşa Îraqê, bo Hewîce ya li rojavayê Kerkukê ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) bistîne, dest bi operasyonê kir.

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî destpêka operasyonê ragihand.

‘’Me soz dabû ku em hemî axa Îraqê ji DAIŞ’ê paqij bikin. Li ser vê, operasyona rizgarkirina Havice destpê kir.’’ Ebadî got.

Kanala dewletê ya Îraqê da zanîn hêzên koalîsyonê ji esmên piştgirîyê didin Artêşa Îraqê.

Herêma Kurdistanê, dê di 25’ê Îlonê de referanduma serxwebûnê li dar xîne. Di nav bajarên referandumê de Kerkuk jî, ku Hewîce bi ser wî bajarî de ye, heye.

Hîn nayê zanîn ku ewê operasyon bandorê li ser dengdanê bikin yan na.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku jiber operasyonê dibe ku 85,000 kes ji herêma Hewîce derkevin.

Kerkuk di sala 2014’an de ketibû destê pêşmergeyan, lê DAIŞ’ê Hewîce û derdora wê di bin kontrola xwe de girtibû.

Artêşa Îraqê herî dawî Telafer ji DAIŞ’ê sitand. Di meha Hezîranê de jî Mûsil ji destê DAIŞ’ê derxistibû. Rêxistina tundrê, di sala 2014’an de 33 ji sedê axa Îraqê bi dest xistibû.

XS
SM
MD
LG