Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sûrî Banga Xwepêşandanên Nû Dike


Opozîsyona Sûrî Banga Xwepêşandanên Nû Dike

Opozîsyona Sûrî, îro Înê banga xwepêşandanên nû li dijî hikûmetê dikin, berî kombûna Yekşemê ya rêberên Ereb ku li ber e biryara xwe ya ser Sûrîyê bidin. Di wê kombûna xwe de her wiha biryar dê were dayîn ku erka çavdêrên Yekîtîya Ereb li Sûrîyê berdewam bike yan ne.

Xwenîşandêran bang li hikûmetê dikin ku soza xwe ya hember Yekîtîya Ereb cîh bîne û dawî li tepeserkirina tund bîne.

Çavdêrên Yekîtîya Ereb wê heta Yekşemê li Sûrîyê bimînin. Li heman rojê, wezîrên derve yên yekîtîyê, wê raporta çavdêrê serekî yê Sudanî gotûbêj bikin û dû re dê biryarê bidin ku 165 çavdêran jibo meheke din li wî welatî bihêlin yan ne.

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan daxwaz ji Yekîtîya Ereb kir ku raporta xwe dem û dest eşkere bike.

XS
SM
MD
LG