Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Înê got ku ew bi Komîsya Ewrupa bawer e ku ewê lêçûnên Budapeşte yên jibo berevanîya sînorên Yekîtîya Ewrupa (YE) ji koçberîya neqanûnî bide.
Orban ser tedbîrên Almanya yên jibo sînor dîyar kir ku Berlîn dawîya dawî li hember bandorên neyênî yên koçberîya neqanûnî hişyar bûye.
‘’Macaristanê jibo berevanîya sînor mesrefeke mezin kir, divê wê lêçûnê bidin. Wê bidin jî, bi tenê dem hewce ye.’’
Sererkanê Hungarya Orban roja Pêncşemê dabû zanîn ku lêçûnên wan yên jibo berevanîya sînor nêzî 2 mîlyar euro ne û ew hazir in ku li Komîsyona Ewrupa doz vekin.
Dadgeha bilind ya YE’ê meha Hezîranê jiber ku Macaristan li sînorên xwe polîtîkayên xwe yên dijî koçber û penaberan naguherîne 200 mîlyon euro ceza li wê birîbû û Orban ew biryar wek kirêt bi nav kiribû.
Orban îro Înê ceza bi bîr xist û got ku ger Ewrupa dixwaze sînor werin parastin divê kesên berevanîya sînoran dikin cezayan nestînin.
Hungarya di sala 2015’an de rêya transît ya bi sed hezarên koçberên ji şer û xizanîyê direvin girtibû û piştgirîya navxweyî xurt kiribû, lê bi rexneyên gelek hevbendên YE’ê re rûbirû mabû.
Berlîn vê hefteyê dîyar kiribû ku ewê 6 mehên pêş li hemî sînorên xwe yên bejayî kontrolan bike û ser kêmkirina hejmara penaberan pêşnîyarên xwe pêşkeş kirin.
Jêder: Reuters